Aliyev ferman da artêşê: ‘Amadekariya şer a di asta herî bilind de bin’

Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, piştî angaşta êrişa bi balafirên bêmirov ya li Nexçiwanê, civîna ewlehiyê pêk anî. Aliyev daxuyand ku hêzên çekdar derbasî asta herî bilind a amadekariya şer hatine kirin.

Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev, piştî êrîşa bi balafirên bêmirov a ku li herêma Nexçiwanê pêk hat, civîna ewlehiyê li dar xist. Aliyev eşkere kir ku wî ferman daye hêzên çekdar ên Azerbaycanê ku di “asta herî bilind de amadeyî şer bin.”

Aliyev di civînê de axivî û got: “Her hêzeke dijmin, dê hemû hêza ‘Kulma me ya Hesinî’ hîs bike.”

Aliyev destnîşan kir ku “Divê berpirsiyar tavilê radestî dadweriyê werin kirin” û diyar kir ku divê Îran daxuyaniyeke fermî bide Azerbaycanê, lêborînê bixwaze û ji bo darizandina kiryaran gavan bihavêje.

Her wiha Aliyev anî ziman ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê “anîne asta herî bilind a amadekariya şer û ji bo her cure operasyonên pêwîst amade ne.” Aliyev got: “Em ê li hemberî vê çalakiya terorê û êrîşkariya bêsedem a li dijî Azerbaycanê bêdeng nemînin.”